• Şırnak35 °C
  • Batman37 °C
  • Diyarbakır36 °C
  • İstanbul26 °C
  • Ankara26 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
 “Dîroka Kurd û Kurdistanê” dîsa çap dibe
12 Kasım 2012 Pazartesi 00:07

“Dîroka Kurd û Kurdistanê” dîsa çap dibe

“Dîroka Kurd û Kurdistanê” a Mihemed Emîn Zekî Beg bi çapa xwe ya duyemîn derdikeve pêşberî xwendevanan.

“Dîroka Kurd û Kurdistanê” ji du beşan pêk tê: “Ji Destpêka Dîrokê Heta Îro” û “Dewletên Wan Qewmên ku Pêwendiya Wan bi Eslê Kurdan re Heye û Mîrektiyên Kurd.” Nivîskarê wê Mihemed Emîn Zekî Beg li Stenbolê dixwîne, li Bexdayê wezîrtî dike. Di destpêka sedsala 20an de dest bi nivîsandina vê kitêbê dike, salên ku dewleta Osmanî li ber belavbûnê ye, hêdî hêdî li cihê peyva “osmanî” gotinên “tirk”, “turan” tên bikaranîn. Di nav vê rewşê de nivîskar dibê: “...gurûra qewmî ez mecbur kirim ku di her firsetê de vê hîsa xwe eşkere bikim. Lê min derheqê esil û qewmê xwe de tiştekî nedizanî. Çunkî heta wê çaxê ne di dibistanan de fikreke wiha ji me re hatibû dayîn û ne jî beriya wê me pêwistiya lêkolîna dîroka kurd dîtibû. Gotina cemiyeta ‘osmanî’ ferdiyeta qewmiyeta me tevan heta dereceyekê xav kiribû û ji ber vê min ev pirs ji xwe dikir:


Qewmê kurd ji kîjan neteweyê ye, çi bi serî de hatiye?”

Û di encama xebatek bi salan wek bersiv ev kitêba ber destê we derket.

“Dîroka Kurd û Kurdistanê” piştî “Şerefnamê” bi 300 salî hatiye nivîsîn û di zemanên modern de kitêba herî girîng a dîroka milletê kurd e û bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Nivîskar dibê; “Hinek ji dostan xwestin ku ez van kitêban bi erebî yan bi tirkî binivîsim, lê bi rastî li gor min ev pêşniyara wan di ciyê xwe de nebû, ku ji aliyê kurdekî ve dîroka kurd û Kurdistanê bi zimanekî xeyrî kurdî bê nivîsandin.”

Piştî 70 salî bi ser weşana wê re em careke din ji nû ve (lê bi kurmanciya jorîn û tîpên latînî) “Dîroka Kurd û Kurdistanê” bi temamî, li bajarê nivîskarê wê yê xortanî û xwendekariyê û bi zimanê wî, bi eynî serbilindî û “gurura qewmî” ku berî bi sed salî hîs dikir, pêşkêş dikin.

Bi zimanê kurdî dîroka kurdan

Dîroka Kurd û Kurdistanê, yek ji kevnartirîn û dewlemendtirîn berhem e ku li ser dîroka kurdan û Kurdistanê hatiye nivîsîn.

Sê sed sal piştî “Şerefname”yê, “Dîroka Kurd û Kurdistanê pirtûkekeherî kevn e ku bi zimanê kirdî hatiye nivîsandin. Nivîskarê pirtûkê yekji siyasetmedar û rewşenbîrê kurd yê herî bi nav û deng e ku di serdemabelavbûna osmaniyan de jiyaye. Ew ji ber peyvîra xwe ya siyasetmedariyêli gelek deverên cur bi cur geriyaye û ev yek jî bûye sedem ku ew ji bolêkolîna xwe ya derbarê dîroka kurd û Kurdistanê de gelek çavkaniyan bidest bixe. Ji ber vê yekê jî pirtûka Mihemed Emîn Zekî Beg xwedîgirîngiyeke mezin e.
Ji nivîsa “Bi zimanê kurdî dîroka kurdan” (Azadiya Welat Serwîsa Kulturê, 2-8 Adar 2002)

Mihemed Emîn Zekî Beg

Sala 1880yî li başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê ji dayîk bû. Piştî dibistana seretayî li Silêmaniyê Amadehiya Leşkerî diqedîne û ji wir derbasî Akademiya Leşkerî dibe a li Bexdayê. Paşê li Stenbolê Akademiya Şer dixwîne û Akademiya Bilinda Şer bi yekemtiyê diqedîne. Di Şerê Cîhanêyê Yekem de li gelek cepheyan şer dike. Sala 1924an vedigere Iraqê û li Dibistana Şer a Bexdayê dersdarî û rêveberiyê dike. Piştî vê dikeve hikûmetê û dibe Wezîrê Parastina Neteweyî. Mihemed Emîn Zekî Beg piştî ku Hikûmeta Yekem a Nûrî Seîd Paşa ava dibe, tê ser karê Wezareta Aboriyê. Di tîrmeha sala 1948an de li Silêmaniyê diçe ser dilovaniya xwe. Hinek ji berhemên wî ev in: Tarîxî Kurd û Kurdistan (2 cild), Meşahirî Kurd, Tarîxî Silêmanî. (Rudaw)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
  • FETÖ'nün bir kumpası daha çöktü
  • Zeynel Bey Türbesi'ni taşıma işlemleri sürüyor
  • SİLAHLAR ABD'DEN UÇAKLAR İNCİRLİK'TEN
  • 'Stres çarkı dikkat dağınıklığına neden oluyor'
  • "HÜDA PAR'a güvenerek 'evet' oyu veren birçok kişi oldu"
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA