• Şırnak38 °C
  • Batman40 °C
  • Diyarbakır39 °C
  • İstanbul33 °C
  • Ankara31 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bernameyên Aşûrayê
27 Kasım 2012 Salı 23:42

Bernameyên Aşûrayê

Cemiyeta Mustezefan Behsa Mucadela Hz Huseyn Kir

 

 Li Batmanê ji teref şaxên jin û mêr yên komela Cemiyeta Mustezefan ve, der heqê qiyam û jiyana Hz Huseyîn de bername hatin li dar xistin.

Bernama jinan bi tevlîbûna zêdetirî 2 hezar kesan ve hat rast kirin. Bername bi xwendina Quranê dest pê bû. Axaftvan li ser wezîfa jinên musluman ya li ber zulm û zaliman sekinî û mucadele hz Zeyneb anî ziman.

Di dewamiya xeberdanan de, peyv û mucadela hz Huseyn û Hz Zeyneb hatin xeberdan. Sereka şaxa jinan Nûrten Ozer bi Kurdî li ser mîsyon û eshabê Hz Huseyîn peyivî. Bername bi sînevîzyon, helbest, îlahî û mersiyan dewam kir. Axaftvan Şeyma Erkul jî bi Tirkî li ser şehadet û fezîleta Hz Huseyin xeberda. Bername bi xwendina duayê bi dawî bû.

Di bernama mêran de jî Mela Osman Tayfûr û lêkolîner Mûrat Halîç li ser berxwedan û qiyama Hz Huseyîn xeber dan. Millet teveccuhek mezin nîşan da bernamê. Ji gotin û jiyana hz Huseyîn ders û nimûne hatin nimûnandin.

Li Diyarbekir jî der heqê mucadela hz Huseyin û roja Aşûrayê de, şanoya tiyatroyê hat li dar xistin. Tiyatro nîvro ji bo jinan êvarê jî ji bo zilaman hat lîstin. Di a danê êvarê de, beriya şanoyê, Yehya xoce der heqê mucadela hz Huseyîn de xeber da. Di her dû danan de jî salon tije bû. Di heyama tiyatroyê de dengê tekbîran qut nebûn.

Her wiha li Kovancilara Elezîzê jî, bernameyek hat lidarxistin. Bername ji teref komela Îhya-Derê ve hat kirin. Mehmet Goktaş xoce, der heqê mesaj û mucadela îmam Huseyîn de xeber da. Di salonê de cîh nema bû. Bername bi îlahî, mersiye û dua bi dawî bû. www.bangaheq.net

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
  • FETÖ'nün bir kumpası daha çöktü
  • Zeynel Bey Türbesi'ni taşıma işlemleri sürüyor
  • SİLAHLAR ABD'DEN UÇAKLAR İNCİRLİK'TEN
  • 'Stres çarkı dikkat dağınıklığına neden oluyor'
  • "HÜDA PAR'a güvenerek 'evet' oyu veren birçok kişi oldu"
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA