• Şırnak22 °C
  • Batman21 °C
  • Diyarbakır20 °C
  • İstanbul20 °C
  • Ankara22 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bi Navê Diyaloga Di Nav Dînan De, Însanan Ji Îslamê Dûr Dixin
20 Aralık 2012 Perşembe 10:39

Bi Navê Diyaloga Di Nav Dînan De, Însanan Ji Îslamê Dûr Dixin

Bi Navê Diyaloga Di Nav Dînan De, Însanan Ji Îslamê Dûr Dixin

Alema xirîstiyan û Emrîka, bi navê diyaloga di nav dînan de, dijminantiya dînê Îslamê dikin. Lewra bi navê diyalogê, kemîn û xapan li ber kesên musluman datînin. Bi navê diyalogê hinek mezinên fille, yehûdî û muslumanan tînin ba hev û dûrî exlaq û eqîde û terbiya Îslamê, jin û zilaman bi hev re qonser û îlahiyan bi wan didin gotin. Her car behsa xosguriya dînan dikin, lê tucar navê pêxemberê me nabêjin.

Behsa xoşguriyê dikin, lê tucarî behsa heqaret û xerabiyên Yehûdî û fillan nakin ku di aleyhê pêxemberê me de fîlmê xebîs çêdikin, qarîqatorên rezîl xêz dikin, li Emrîka û siyonîst Îsraîl û hinek deverê din Quranê dişewitîn. Van diyalogçiyan çavê xwe ji van heqaret û xebîsiyan re digrin, tenê behsa xoşguriyê dikin. Bi kemîna diyalog û xoşguriyê, dixwazin xort û ciwanan ji edeb û terbiye û me’newiyeta Îslamê dûr bikin, fikra “kî be bila bibe bes bila ji Xweda bawer be û qelbê wî paqij be bes e.” belav dikin.

Vê paşî li Konyayê merasîma Şebî Arûs hat li dar xistin. Mewlana Celaleddînê Rûmî alimekî Îslamê ye. Însana gazî hîdayeta Xweda kiriye. Feqet mixabin dijminê Îslamê jî, gotinên Mewlana li gor fikra xwe bikar tînin. Belediya CHPê ya Adalarê, li Dêra Qatolîkê, qonsera Şebî Arûsê rast kir. Meqsed û xizmeta vê qonserê bellî ye ku ji bo çi tê kirin. Belediye bi vê ya jî qîma xwe neanî, û Serekê Belediyê Mustafa Farsakoğlu wiha got “Mewlana ne tenê aydiyê kultura Îslamê ye, Mewlana hêjayek cîhani ye” Eşkere ye ku hinek dixwazin Mewlana bikin qasidê tûrîzmê. www.bangaheq.net

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
  • HÜDA PAR seçim stratejisini açıkladı
  • “Israrlı talepler üzerine bağımsız aday oldum”
  • Trump’un yeni kaos planı: “Filistin Devleti!”
  • Aydın Gök Batman’dan bağımsız milletvekili adayı oldu
  • HÜDA PAR milletvekili aday listelerini teslim etti
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA