• Şırnak31 °C
  • Batman33 °C
  • Diyarbakır38 °C
  • İstanbul28 °C
  • Ankara25 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Çend Analîz Li Ser Helbestên Mela Mizgîn 4
15 Aralık 2012 Cumartesi 20:10

Çend Analîz Li Ser Helbestên Mela Mizgîn 4

Di helbestên Seydayê Mela Mizgîn de rindî û îstîqameta ramanan bi her awayî xwe nîşan dide. Fikr û ramanên Seyda yên musteqîm meriv dikare di helbestên wî de bixweyne û îstîfade bike.

Nivîskar: M.Ce'fer Bêcirmanî

Di helbestên Seydayê Mela Mizgîn de rindî û îstîqameta ramanan bi her awayî xwe nîşan dide. Fikr û ramanên Seyda yên musteqîm meriv dikare di helbestên wî de bixweyne û îstîfade bike. Seyda di gelek helbestên xwe de xefikên ku hêzên emperyalî li pêşiya gelên Musulman danîne û leystikên ku li ser gelê me dileyizin bi awayekî ku cahil û zanyar tevî aliyên civakê fêm bikin pêşkêş dike.

Seyda, digel Quran û Sunnetê, di gihîştina heqiyê de gelek ji Rîsaleyên Nûr jî îstîfade kiriye û fikr û ramanên Ustad Bedî’uzzeman ji bo xwe wek rêberekî xilasiyê dîtiye. Dema van fikr û ramanan di nav cema’eteke wek Cema’eta Rebbanî de xizmet kirine, îstîfade hê bêtir bûye û rê nîşanê bi sed hezaran ferdên Cema’eta Rebbanî kirine. Bêguman fikr û ramanên Seyda, di nav Cema’eta Rebbanî de gihane kemalê û di vê medresê de hatine gihaştin û pêşkêş kirin ji gelê Îslamê û bi taybetî ji gelê Kurdistanê re. Bi bereketa Cema’eta Rebbanî van fikr û ramanan wê hê jî bibin wek rênîşanek ji bo gelê Kurdistanê.

Emê di van rûpelan de li ser hinek fikr û ramanên Seyda, yên di derbarê danasîna neyarên Îslamê û gel de pêşkêşî we bikin. Analîza me li ser “Helbesta Kafir Tev Yek Millet in e.”

Allah Te’ala di Qurana pîroz de kerem dike dibêje:

وَالَّذٖينَ كَفَرُوا بَعْضُهُمْ اَوْلِيَاءُ بَعْضٍ اِلَّا تَفْعَلُوهُ تَكُنْ فِتْنَةٌ فِى الْاَرْضِ وَفَسَادٌ كَبٖيرٌ

“Ew ên ku kafir in, alîkarê hev û dî ne. Heger hûn (bi çi awayî hatibin fermankirin arîkariya hev nekin û )neyînin cih, dê li ser erdê bela û fesadiyeke mezin derkeve rastê...” (Enfal-75)

Ya Resulullah te rast go kafir tev yek millet in

Pêşberê me şerq û ğerbî çar teref yek dewlet in

Emerîka, Rus û Hind û Çîn û Awrupaî tev

Dîn û rengê wan çi bin dujmin tev yek quwwet in

Seyda, di van beytên helbesta xwe de ji me re heqîqeteke mezin bi şahidiya Quranê û Resûlê Xweda diyar dike. Çawa ku di ayeta ku me li jorê pêşkêş kir de jî dibêje: “Ew ên ku kafir in, alîkarê hev û dî ne.” Di vê xisûsê de ferq di navbera kafiran de tune ye. Çi kafirên şerqî û çi ğerbî, dema mijar musulman in di nav hev û din de hevpeymanan dikin û qetlî’amên ku tarîx nebûye şahid pêk tînin. Qetlî’amên Amerîka li holê ne, zulma ku Rus li Çeçenya û Afğanîstanê kiriye û hê dike li holê ne, zulma ku Hindosiyan li Musulmanên Keşmîr dikin ne veşartiye, zulma ku Çîn li Musulmanên Turkîstana Rojhilat dike tu dem ji rojeva me nakeve, ji xwe zulma ku Awrûpaiyan li erdnîgariya Îslamê çi ‘Efrîqa û çi Asya be kirine hê di pirtûkên dîrokî de bi şahidên xwe nivîsandîne. Zulma ku Fransa li Cezayîrê kiriye û milyonên ku komkuj kiriye tu dem wê neyên jibîrkirin.

Ha Quran, di vî warî de çawa ku kafir yek millet in, ji Musulmanan jî dixwaze ku li hember kufrê yek millet bin. Binêrin Allah Te’ala di Qurana pîroz de bi çi awayî vê yek bûnê teswîr dike ji me re: “Bêguman ew ên ku îman anîne û (ji bo Xweda ji welatê xwe) hîcret kirine û di rêya (dînê) Allah Te’ala de bi malên xwe û canên xwe cîhad kirine û ew ên ku (muhaciran) hewandine û alîkariya wan kirine, ha ew serkar û alîkari hev in...”

Di vî derbarî de Ustad Bedî’uzzeman di Rîsaleya Îxlasê de dema ku rewşa; “Digel ku ne şanê ehlê batil e îttîfak û yekîtiya wan û digel û şanê ehlê heq û heqîqetê ye ketina wanî nîfaq û îftîraqê” analîz dike mînakên gelek balkêş tîne û tehlîlên gelek muhteşem dike. Bedî’uzzeman pey ku dibê “ şeş sedemên vê yekê hene..” rêya xelasiyê jî dibê ku: “yekane rêya xelasiyê vegera bibal îxlasê ve ye û li hember îttîfaqa bê dînan, li ser bingehên dînî sazkirina Cem’iyeta Îslamê ye.” Lem’a 21an û Rîsaleya Îxlasê di vê derbarê de bi fikr û ramanên ku dilên me yên nexweş şîfa bike dagirtî ne.

Ji ber ku di roja me de wasîteyên têkilî û ragihandinê bi pêşketine, em dibînin ku dinya biçûk bûye. Li ser vê yekê hêzên fesadê û çeteyên modern Federasyonên Navdewletî avakirine. Di demeke bi vî awayî de, ji ber reng, ‘irq, ziman, mezhep û meşrebên xwe ji hev ketina Musulmanan yekî qehr û perîşan dike. Ha ev beytên Seyda ji ber vê dilsojiyê diherikin. Li gor Seyda, divê êdî Musulman ji realîteyên dîroka xwe dersan derînin û ji bo xwe projeyeke xilasiyê çêkin. Li hember zulma navdewletî îxtîlafên navbera xwe deynin alîkî û Îttîhada Cemahîrên (Komarên) Îslamî pêk bînin. Di vê îttîhadê de her kes bi reng û ziman, milliyet û mezhebên xwe wekhev bin, firq û mêlî tinebe û tu millet neyê înkar û ‘eciqandin. Bi ‘edaleta Îslamê, hebûna xwe nîşanbidin û bi piştgirî tev bi hev re ji Îslamê re xizmet bikin.

Ustad Bedî’uzzeman, dîsa beyan dike ku heger ev îttîhad pêk neyê; “Cereyana zindiqiyê ku li serserê wan hakim e, ê yekî ji wan li hember yê din bikarbîne û di dawiyê de jî wê bivira di destê xwe de bişkîne...”

Lê tu dem ğalib nebûne ew li ser me rast e rast

Tim bi hil û fîtne û fetlaye li ba wan serketin

Felsefên xweyî genî ji me re tev îkram kirin

Cahilên me xapiyan pê zen kirin tev hîkmet in

Dîroka Îslamê, şahidê herî mezine ku ehlê kufr û tuğyanê tu dem li ser me rast e rast ğalib nebûne. Lewra îman û ğeyreta ku Îslam dide yekî, gelek qeweteke bê hempa ye. Ev qeweta ku ji bawerîya Allah Te’ala tê, dibe sedemê ku jiyana yekî li ber çavê yekî ji bo doza heq bibe tiştekî bê qîmet. Lewra şehîdî, mertebeke gelek mezin e di İslamê de. Ji ber vê yekê neyarên Îslamê ji ber ku baweriya wan bi axîretê tineye, an jî bawerî hebe jî ze’îf e, ji mirinê ditirsin. Lê belê Mumîn ne wisa ne. Ger bimrin dê şehîd bin û bi serkevin dê xwedan ecr bin. Ji ber vê yekê di her dû aliyen de jî di karê de ne. Ji ber vê yekê tu dem kafir li ser me rast e rast di hola cengê de ğalib nebûne.

Kafiran dema ferq kirine ku serkeftin bi awayê rast e rast li meydana cengê li hember me Musulmanan ne mumkune, rabûne ji bo Musulmanan meğlûb bikin, pey hîl û fîtne û fetla ketine û ev ji xwe re wek serkeftinekê dîtine. Di vî warî de ez dixwazim Qisseya Endulusê ji we re bi kurtasî qisset bikim. Dema min li Şama Şerîf dixwende, rojekî mamosteyekî me ji me re qisset kiribû. Mamoste bi vî awayî digo: “Di pey Fetha Endulusê, kafir gelek bê hêvî bibûn. Digotin qey w^etu demî li hember Musulmanên ‘Ereb bi sernekevin. Li ser vê yekê giregirê wan yên olî û hukumdar û mezinên wan civiyan. Ji bo ku li hember Musulmanan bi serkevin li çareseriyekê geriyan. Çend casûsî û sîxurî amade kirin û şandin Endulusê. Sîxurekî ji wan sîxura rojekî di kolanek ji kolanên Endulusê derbas dibû û çav bi zarokekî ket ku digiriya. Nêzî wî bû jê pirsî, tu çima digrî? Zarok serê xwe rakir û lê nihêrt û go: Ez û hevalên xwe bo nêçîra çivîkan em ketin pêşwaziyê, hevalên min çivîkên ku kirin amancên tîrê xwe bi yek derbeyekê xistin, lê belê min di du derbade bi zorê xist, ez li ser vê yekê digirîm, ez zarokekî Musulman çawa di nîşanê de ze’îf bim. Sîxur dema ev bihîst rabû vegeriya cem serek û giregirên fillehên Awrûpa û go: Na xêr heya bi zarokên Musulmanan jî bi vî awayî bifikirin serkeftina me ya li ser wan ne mumkune. Divê em vê rûhê ji nav wan derxin.

Li ser vê yekê rabûn keçên xwe yên herî xweşik ji Xelîfe û mezinên Musulmanan re hedye şandin û ji wan xwestin ku bi xweşikahiya xwe dilê ciwanên Musulmanan bidizin û bala wan bidin ser ‘işq û evîna mecazî, tiştên wisa beredayî. Demek dirêj keçik û xortên ku bi navê telebe û xelatî dişandin ji Musulmanan re di nav Musulmanan de xebitîn. Rojekî ji bo teftîşî dîsa sîxurên xwe şandin nav Musulmanan. Sîxurek ji wan sîxura nav kolanên Endulusê digeriya ku dengê giriyê xortekî hatiyê. Nêz bû û jê pirsî ka bê çima tu digrî. Wî xortî bi vî awayî cewaba wî da: “Derdê min gelek mezin e. Ez mubtelayê ‘işqê bû me. Keçika ku ez evîndarê wê me rû nade min.” Li ser vê yekê sîxur gelek kêfxweş bû û vegeriya welatên Awrûpa û ji serek û hukumdarên Awrûpa re go: Musulman vêga amadene ku em êrîşê wan bikin. Tam li gor dilê me ne. Ew rûhê cîhadê çû ye û şûna ‘işq û evîna cîhadê, ‘işq û evîna jina û malên dinyayê dagirtiye. Ew nikarin bi vê rûhê li ber me bidin.” Mamoste te yê min di dewama van peyvan de digot: “Dema Awrûpayî berê xwe dabûn erda Endulus a şîrîn, Xelîfê Musulmanan yê Endulus di nava hewzek ji ‘eraq û şerabê bi cariyên xwe re di nav şehwetê de dem diborande. Xelîfeyekî bi vî awayî dê çawa terka vê şehwet û kêfê bikirana û biçûna cîhadê, artêşeke ku serek û fermandarên wan di vî rewşê de bûn wê çawa rûhê cîhad û berxwedana li hember kafiran di dilê xwe de biparastina?”

Di ‘esra me de jî ji bo ku Musulman, ji xewa ku ketinê şiyar nebin, bi zihn û fikriyata wan dileyizin. Wan bi îdeolojî û hin felsefeyên xwe yê genî, mijûl dikin û dibên me bi van girt em xilas bûn, me dev ji dînê xwe berda em azad û serfîraz bûn, hûn jî dev ji dînê xwe berdin hûnê jî azad û serfîraz bibin. Bi van wesweseyên şeytanî cahilên me xapiyan û zen kirin ku van felsefe û îdeolojiyên wan yên genî tev hîkmet in. Dev ji nûra îmanê berdan, ketin tarîtiya kufrê. Ji ber ku dev ji dînê xwe berdan û îrtîdad kirin û ketin kufrê, dan pey tağûtên dema xwe û wan tağûtan jî ew ji nûra îmanên hê dûrtir kirin û wan xistin nav tarîtiya cehl û kufrê. Dil rehetî ji wan re nema. Ji Îslam dûrketin, ji ber ku Îslam nîzama herî kamil a Xweda ye, îdeolojiyên ku dan pey wan tetmîn nekirin. Van kafir û hêzên emperyalî Soz û peymana azadiyê dabûn wan, lê belê çiqas ji bo van îdeolojî û felsefeyan xebitîn û can û malê xwe fedakirin, ewqas ji azadiyê dûrketin û pirtir bûn kole.  

Cahilên me hin ji wan bûn Qomonîst dîn tune

Hin jî bone malhebîn û beghebîn dil hesin e

Wan ji bonî kafira bê hed musluman kuştine

Em ji ber van xayina îro bê war û ‘izzet in

Seyda, di van beytan de felsefeyên genî ku xistine nav civaka me ya îro ji me re kategorîze dike. Beşek ji cahilên me hin ji wan bûn Qomonîstên dîn tune, lewra dibin te’deyên sîstem û rejimên faşîzan de di’eciqîn. Ji ber nijadperestî û sîtem û îstîbdad a rejimên faşîst, hin cahilên me ji ber ku ji Îslamê ne agahdar bûn, çareseriyê di hinek rêyên din de geriyan. Li ser vê yekê hêzên emperyalî û tarî berê wan ji bo venegerin Îslamê, Qomonîzmê derxistin holê. Fikriyata Qomonîzm a genî, bi peyv û hevok û pesnên xemilandî pêşkêşî gelê bindest kirin.

Beşek ji cahilên me jî; bûne malhebîn û beghebîn dil hesin e. Ji bo menfî’etên xwe biparêzin dane pey dîktator, begên feodal. Ji bo ku her û her malên dinyê bi ber xwe ve bikşînin û mezlûm û feqîra jê mehrûm bihêlin sîstema Kapîtalîst ji xwe re fikriyat qebûl kirin. Beg û serekên ku menfî’etên wanê malên dinyayê diparizin ji xwe re kirin serek. Çiqas, mal hebandin, têr nebûn, ji bo pirtir kom bikin mezlûm û jara ‘eciqandin. Dilên wan bû weke hesin. Her ketin xiyanetê. Li hember berxwedanên gelên xwe bûn alîkarê rejimên zalim û xayintiyê bi gelê xwe re kirin. Bi taybetî digel Qomonîstan, gelek ji van malhebîn û beghebînan di dîroka Kurdistanê de peyda bûne. Ji ber vê yekê bi taybetî divê gelê Kurdistanê hişyartir be.

Van cahilan û beşên hatine xapandin, ji bo kafira gelek birayên me yên Musulman şehîd kirine. Bi rejima kafir re hevkarî kirine û berxwedana gelê me yê Îslamî şikandine. Ji ber ku berxwedana me a li hember van sîtemkar û kafiran şikandine, war û welatê me bi sed salane di bin dest û hukmê hinek dewlet û gelên din de ne. Bi sed salane ku welatê Kurdistanê bûye, sehaya cenga hêzên dagirker. Ji ber ku yekîtiya me tunebûye em kuştine, nefî kirine û zîndan ji me dagirtine. Welatê me yê cennet mîsal û wek beheştê kirne wêrane. Xaka me di nava pênc dewletên sîtemkar de belav kirine. Van dewletan ji bo asîmîle û winda kirin û hakimiyeta li ser me gelek komkujiyan li hember gelê me kirine. Ne ‘izzeta gelê me hiştine û ne jî war û welat ji me re hiştine.

Beyreqa xayintiyê hin Tirkê bê ol dan mila

Memleket dan dujmina li mumina bûne bela

War û dîn talan kirin bi hîle û virr û şela

Tev di emrê dujmina de roj û şev bi nobet in

Beyreqa xayintiyê hin Tirkê bê ol dan mila. Binêrin Seyda vê pêvajoyê di destpêka “Beşa Şehîdan a Dîwana Mizgîn” de çawa beyan dike: “Dewletên Awrûpayî bi destên karker û sîxûrên xwe bilxasse jî yahûdiyan nava “Dewleta ‘Usmaniya Îslamî” piştî ku weke dara kurmî nava wê qewartibûn, bi destê “Îttîhad û Tereqqî” “Sultan ‘Ebdûlhemîd” ji text anîne xwarê, Dewleta ‘Usmaniyan weke reşekî mabû. Dewletên Awrûpayî ji wî reşî jî ditirsiyan. Rabûn ew reş jî hilanîn û li xwe parvekirin û welatên Îslamî bi temamî îşğal kirin.

Musulmanên îman kamil û bi ğîret dest bi mucadele û şerê Îstîqlal û rizgariya welatên xwe dan. Pey fedakarî û fedacaniyeke bê hemta de pirên welatên Îslamê hatine rizgar kirin û ji dagirkeran hatine paqij kirin. Belê miğabin di nav wan xir û cira de musulmana firseta tespîtkirina karker û xayin û sîxurên dijmina nedîtibûn. Gelek ji wan bi hîle û alîkariya dijmina ketibûne meqamên muhîm de. Hin bihin musulmanên rast tesfiye kirin û îqtîdarên welatên Îslamî xistine destên xwe de.

Bi vî hawayî memleket û welatên Îslamî ji dijminên zahirî hatibûn xilas kirin, belê ketibû destê dijminên xef de ku pirên wan karker û firotiyên Awrûpa û dewletên dijmin bûn.

Dewletên Emperyaliyên ğerbî û şerqî, bilxasse jî dewletên Awrûpayî bi wasita van firotî û xayîna hin bihin qanûn û ‘adetên xwe di nava musulmana de bicîkirin. Heta di dewletek weke Tirkî de, bi temamî ehkamê Îslamî rakirin û bêdînîtiya dewletê î’lan kirin. Dîndarî û xweyî derketina li dînê Îslamê ji mezintirînê sûca hate hesibandin. Navê dîndariyê danîne “Paşveçûn” û navê teqlîda ‘adet û bê exlaqiya Awrûpa jî danîne “Pêşveçûn”.”

Lê belê dujmin nizan in bes bikin ji koleya

Piştî ên Tirk, hinkî Kurd jî rakirin wek wan piya

Xayinê Kurdan ji ên Tirka ne kêmîn tê xweya

Her dema xayîn ji bona dujmina xweş firset in

Di derbarê van beytan de jî emê dîsa murace’etê peyvên Seyda bikin ku di heman “Destpêka Beşa Şehîdan a Dîwana Mizgîn” de dibêje: “Dewletên Emperyalî karekerên xweyî di nav qewmê zexm û ğilbe de li her cî daîmî muselletî qewmên qels kirine. Karkerên xweyî di nav qewmên qels de jî xistine mudafe’ê de û bi wan de’wa heqê qelsa kirine. Bi vê hîla şeytanî hem qewmê zexm û hem jî ê qels li dora karkerên xwe daîmî xwestine bicivînin. Û herdû qewma jî qels dikin. Û bi wasîta karkerên xwe (ku daîm ji nav însanên xerab û bê ol dineqînin) xerabî bê dînî û bê exlaqiyê li nav qewmên musulman bela dikin û bicih dikin.

Her dewleteke Emperyalî fikr û felsefeke tarî di bin navekî xemlandî de dane karkerên xwe. Bi vî navê xemlandî însanê nezan û saf dixapînin û wan fikr û felsefên tarî di serê wan de bi cih dikin.”

Xayinên Kurda û Tirka zahirî ji hev re dij in

Lê belê xef dostê hev in li me bi hev re dimijin

Tev sayê ber yek derî ne me ji bonî vê dikujin

Lew ku qedrê wan tune ne her û daîm bê rûmet in

Seyda dîsa dibêje: “Texrîbat û îfsada ku bê olên Tirk di nav milletê Kurmanc de sed salî, heftê salî nikaribûn bikin, ewan bê olên Kurmanca di nava bîst- sih salî de kirin. Van bê olên xayîn goya doza heqqê Kurmanca dikin, belê di heqîqet de ew jî weke bê ol û xayînên Tirkan xizmetê ji ağayên xweyî emperyalî re dikin. Ji bona wan razî û memnûn bikin, heta ji wan tê dujminantiyê bi muqaddesat û milletê xweyê musulman re dikin.” Yanî; çawa ku Seyda jî dibêje; xef dostê hev in. Ji ber vê yekê jî di nêrîna gelê me yên ku vê heqîqetê dîtine de tu qîmet û rûmet ji wan re nîn e.  

Lê belê Mizgîn didim ez ummeta heq musluman

Hîle û xayintiya xayina derketye ‘eyan

Kurd û Tirkê musluman Hîzba Xweda ne her zeman

Va serî hildane bi hev re pir bi hêz û quwwet in

Seyda, wek her demî mizgînê dide ummeta heq Musulman ku hîle û xayintiya xayîna êdî derketiye holê. Di nava her dû agiran de xilasiyek peyda bûye. Ew xilasiya ku wê gelê heq Musluman li pey herin Hîzba Xweda ye. Musulmanên Rebbanî jî ji xwe re bûne cema’et û bi Îslamê dixwazin birînên civaka xwe çareser bikin. Ji ber vê yekê dibêje: Kurd û Tirkê Musluman Hîzba Xweda ne her zeman/ Va serî hildane bi hev re pir bi hêz û quwwet in.  Dîsa Seyda Hîzba Xweda bi vî awayî dide danasîn.“Hîzba Xweda, ji bonî rizaa Xwedayê ‘alemê hatiye sazkirin, ji bonî xweyîtiyê li Îslam û musulmana bike, Îslamê di her seha heyatê de hakim bike û musulmana jî ji temamê dujmina biparêze, wan azad bike û li cîhanê bike hakim dixebite. Ji bonî vê yekê jî neyarê temamê emperyaliyên cîhanê ye.” Bimînin di xêr xweşiyê de.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
  • FETÖ'nün bir kumpası daha çöktü
  • Zeynel Bey Türbesi'ni taşıma işlemleri sürüyor
  • SİLAHLAR ABD'DEN UÇAKLAR İNCİRLİK'TEN
  • 'Stres çarkı dikkat dağınıklığına neden oluyor'
  • "HÜDA PAR'a güvenerek 'evet' oyu veren birçok kişi oldu"
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA