• Şırnak4 °C
  • Batman3 °C
  • Diyarbakır2 °C
  • İstanbul7 °C
  • Ankara8 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî 1/ Abdulkadir Turan Nivîsand..
09 Kasım 2012 Cuma 23:41

Çend Peyv Li Ser Zimanê Kurdî 1/ Abdulkadir Turan Nivîsand..

Belkî roja ku Xweda di Kîtaba Kerîm de go: “Îqra!” û piştî veya re bi qelemê sond xwar, çağê çanda bi dev çû û çaxê çanda nivîsandî hat…

 

Belkî roja ku Xweda di Kîtaba Kerîm de go: “Îqra!”û piştî veya re bi qelemê sond xwar, çağê çanda bi dev çû û çaxê çanda nivîsandî hat… Lê belê Kurd, qewmekî ku çanda xwe bi dev ava kirine. Pir hez ji çanda bi dev dikin. Belkî di kêm zimana de weke Kurdî çanda bi dev heye. Gotin û sitranê Kurdî bi dev çandeke pir dewlemend aniye wicudê.

Lê Kurdan, ji ber hin sebeba hez ji çanda nivîsandî nekirine. Nivîsandin dûrî çanda me ye. Çanda Kurdî ya nivîsandî di çağê Îslamê de dest pê kiriye. Bi xêr û bereketa Îslamê zimanê Kurdî gihaye çandeke nivîsandî. Lê belê ev, ji ğeyrî “Mewluda Nebî”,  hinek pirtukê wek “Aqîda Îmanê” û “Dîwana Melayê Cizîrî” pir xwedî ji xwe re nediye.Hetta Dîwana Melê jî, ji nivîsandî pirtir hatiye jiber kirin û bûye weke sitranekê û bi wî şeklî belav buye.

Di ‘esra bîsta mîladî de ku; çağê qewmiyetê û çağê ku xwendevana, xwestine çanda xwe li hember dinyayê îspat bikin û pêşveçûna dinyayê bi zimanê xwe bighînine qewmê xwe di wê çağê hanê de, kî li nivîsandina zimanê Kurdî bûye xwedî ‘adeta poşman bûye. Hinekî ji bê îmkanî û pirê wê jî ji bê hevalî. Qewmê Kurd li nivîsandina zimanê xwe nebûye xwedî. Û ewên ku li Kurdî bûne xwedî dev ji vî karê ha berdane û bi zimanê dî karê xwe domandine.

Weke Ziya Gokalp li Amedê bi xêr û bereketa Salih Begê Hênî (Razîbûna Xwedê li ser wî û tamame şehîdê Îslamê be) bi Kurdî mecmu’ek derxistiye û ji bo elfabeke Kurdî xebitiye. Lê belê kes lê nebuye xwedî. Û Ziya Gokalp piştî ku çûye Selanîkê ew elfabe winda kiriye. Û ‘adeta bi ‘inad dest bi qewmiyeta Tirkî kiriye.

Hamîd Aytaç… Xettatekî herî mezin e di nav ‘alema Îslamê de… Pir bi nav û deng e. Mizgeftê Tirkiyê hinek jî ji ê dinyayê ê nû bi xettê wî hatine tezyîn kirin. Ev Hamid Aytaç ê bi nav û deng hikaya wî pir ğerîb e… Ew Musa ‘Ezmî ye. Kî ye Musa ‘azmî? Ewê ku xettê elfaba Kurdî di sala miladi 1909an de li Sitenbolê ji Xelîl Xeyalî yê Motkî re çêkiriye. Di tarixa Kurmancî de ev kârê hanê, kârekî tarîxî ye. Lê belê kes li Musa ‘Ezmî nebûye xwedî. Û piştî Cumhuriyetê Musa ‘Ezmî ji bê karî û bê xwedîtî, navê xwe guherandiye, kiriye Hamîd Aytaç. Û “Musa ‘Ezmî”tiya xwe di paş de hiştiye. Qet ji kesekî re ne gotiye.

Ûstad Bediz’uzzeman (Razîbûna Xweda li ser be) Xelîl Xeyalî, ji bo vî karî pir medhdike. Wî wek qehremanekî millî dide naskirin. Ûstad jî hinek nivîsên xwe bi Kurdî nivîsandiye. Lê belê ne dengê Xeyalî maye û ne jî Ûstad nivîsên xwe bi Kurdî devam kiriye. Xwendevanê Kurdî tune bun. Nivîsandinê bi Kurdî man di nav çend însanan de.

Lê belê derbê mezin piştî qiyama Şêx Se’îd li Kurdî ketiye. Ku piştî qiyamê çanda Kurdî hatiye qat’ kirin. Û piştî vê re ku herfê Îslamî qedexe bûn, çand û nivîsandina bi Kurdî em karin bêjin ku di nav Tirkîyê de xelas bûye.

Piştî mîladî, 1930an de çanda Kurdî bi destê Bedirxaniyan, maye ji “Kurdê laîq” re. Kurdê laîq, ji bo elfabekî bi latînî xebitîne. Lê belê pir bi pêş de neçûne. Piştî 1980yan“Kurdê sosyalîst” ku çûne Îsweç çağekî nû di çanda Kurdî ya nivîsandî de dest pê kiriye. Îro ku em herin pirtukxanekî Kurdî, emê bibînin ku pirtukê sosyalîst û laiq pirtirin ji pirtukê Kurdî ê Îslamî…

Ma tarîxa sosyalîsta û laiqa di nav Kurda de çi ye? Eviya karekî sun’î ye bi destê weqfên Ewrupî… Van çandê ğeyrî Îslamî kirine pêşiya çanda Îslamî. Evêya ziddê tabi’etê qewmê Kurd e… Qewmê Kurd xwe bi Îslamê nas dike. Şerme ji Kurdê ehlê îman re ku van karê sun’î ji karê Îslamî derbaskiriye… Gerek em pir bixebitin.

Wek “Kovara Kelhaamed, Malper û Weşanxaneye Bangaheq” xebatên nû jî hene. Lê belê car dî ev xebatên hanê ji alî xwendevana ve dimînin bê xwedî. Heger em dixwazin zimanê xwe ji laîq û sosyalista ra bihêlin, em çanda xwe ji laîq û sosyalîsta re bihêlin… Di pratîka vê de ferqa wa herduya ne pir e. Lewra em çanda Îslamî berdewam nekin, wê qewmê me bi çandekî ğeyrî Îslamî hemhal bibê û ji dînê Îslamê dûr bikevê… Belkî poşmanî sibê feyde nede…

bangaheq

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA