• Şırnak31 °C
  • Batman33 °C
  • Diyarbakır38 °C
  • İstanbul28 °C
  • Ankara25 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dewlet Divê Xwestekên Însanî û Îslamî Pêkbîne
10 Kasım 2012 Cumartesi 01:18

Dewlet Divê Xwestekên Însanî û Îslamî Pêkbîne

Berdevkê Hereketa Mustez’efan Parêzer Huseyîn Yilmaz, hadîseyên di rojên dawî de qewimîne nirxand û go: divê tu kes gel di bo şerên xwe yên qirêj neke alet.

 

Berdevkê Hereketa Mustez’efan Parêzer Huseyîn Yilmaz, hadîseyên di rojên dawî de qewimîne nirxand û go: divê tu kes gel di bo şerên xwe yên qirêj neke alet.

Yilmaz beyan kir ku: “Di van rojên dawî de rojiyên birçîbûnê yên ku hinek mensûbên Pkkê dane destpêkirin beşek jê êdî bûne rojiyên mirinê. Ji ber vê yekê di xwepêşandin û gavên têne avêtin de gel tê meğdûr kirin.”

Parêzer Yilmaz beyanata xwe wisa domade: “Dewlet divê ku xwestekên meşrû’ û însanî yên ku rojiya mirinê digrin qebûl bike û li girtîgehan ji bo jiyaneke însanî çi divê bicihbîne. Ev yek mesûliyeta dewletê ye.”

Yilmaz di derbarê xweparastina bi zimanê zikmakî de jî go: “ Xwesteka xweparastina bi zimanê Kurdî, Tirkî zanibe jî nizanibe jî heqqekî meşrû’ e. Xwestekên însanî û Îslamî tu kes nikare bi şertê ku Pkk sîlah berde ve girêde. Heger van heqqan bên dayîn wê Pirsgirêka Kurd çareser bibe. Heger van heqqan neyên dayîn wê Pirsgirêka Kurd û Pirgirêka Pkkê di nav hev de bidome.” 

Parêzer Yilmaz, di derbarê teqîna Şemzînanê ku mirina zarokekî 11 salî di wê teqînê de jî go: “Heger hinek dixwazin îlle şer û cengê bikin bila vê şer û cenga xwe dûrî gelê me bikin.”

Yilmaz dîsa beyan kir ku:“Hedefên Pkkê ketine pêşiya jiyana gel û ev yek ğelet e.”

www.bangaheq.net

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
  • FETÖ'nün bir kumpası daha çöktü
  • Zeynel Bey Türbesi'ni taşıma işlemleri sürüyor
  • SİLAHLAR ABD'DEN UÇAKLAR İNCİRLİK'TEN
  • 'Stres çarkı dikkat dağınıklığına neden oluyor'
  • "HÜDA PAR'a güvenerek 'evet' oyu veren birçok kişi oldu"
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA