• Şırnak25 °C
  • Batman25 °C
  • Diyarbakır28 °C
  • İstanbul24 °C
  • Ankara18 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Gotina Xweş Keviran Nerm Dike
03 Aralık 2012 Pazartesi 14:17

Gotina Xweş Keviran Nerm Dike

Beriya herkesî xaliqê însan emrê însan, nexasim emrê kesê musulman dike bi gotina xweş! Di Qurana pîroz de mîsalên wî gelek in. Hinek ji wan ev in.

Xwedayê mezin û Kerîm di Qurana xwe yê Hekîm de ferman kiriye gotiye: “وَقُولُوا لِلنَّاسِ حُسْنًا“Ji însanan re peyva xweş bêjin...” (Sûretê Beqere:83) Ronahiya çava Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselat û Wesselam kerem kiriye gotiye: “وَالكَلِماة الطَّيِّبَةُ صَدَقَةٌ“Peyva qenc sedeqe ye.”(Muttefeqûn ‘Eleyh) pêşiyên me jî gotine: “Gotina xweş kevira nerm dike.”

Belê, me’lûme ku temamê mirov û însanan ji nesla Adem ‘Eleyhîsselam hatine dinyayê. Adem jî pêxemberê Xweda ye. Xwedayê Te’ala bi wehyê pê re peyiviye. Wî terbiye kiriye; helal û heram, qenc û neqenc, xweşî, û nexweşî, me’rûf û munker hemî pê daye zanîn û wî hîn kiriye. Paşî emrê wî kiriye ku riya qenc û rast de bimeşe û here û berê xwe ji neqenciyan û xirabiyan biguhere. Hem emrê wî kiriye ku van tiştan teblîğ bike, ji ewladên xwe re jî bibêje, bi wan jî bide hînkirin. Bi vî awayî Xwedayê Rehîm û Kerîm riya rast bi benî Adem daye hînkirin û di dirêjiya dîroka însaniyetê de car bi car pêxember şandine da ku ev riya rast neyê ji bîr kirin.

Hem me’lûme însan li ser fitret û esl û esaskî pak û paqij û nişmî, li ser esasê rastî û durustî û qencî hatiye afirandin ji alî Allah Te’ala Rebbê kaînatê ve. Nexwe fitreta însan û gaziya Pêxemberan hevnas û heval in. Ji bo vê yekêye ku herkes ji heval û hogirên xwe, ji kesên der û dorên xwe heta ji kesên ğerîb û dûrî xwe, durustî û rastî, qencî û hevaltî, rehm û şefqet û başî, hêvî û daxwazî dike. Bi hindikayî peyveke xweş û nerm, gotineke xweşik û germ, hêvî û daxwazî dike her dem. Dema ku vê peyvê dibihîze dilxweş û kêfxweş dibe. Singa wî fireh û geş dibe. Heta bi derewîn jî carna tê xapandin û ji xwediyê wê re yanûş dibe. Çawa ku Adem ‘Eleyhîsselam bi derewîn Şeytanê rengxweşik û bi rastî xemilandî hate xapandin, heta ku kamiliyeta Rehma Rebbê xwe yê Reûf û Rehîm jibîrkir û ji cennetê hate qewirandin. Lewra Adem nişmî û pak, Adem durust û rast, ku ji rastî û qencî pêve tiştek nasnekiriye bîr nebirî ku derew û neweyî jê hene. Xap û dek û çepelî jê hene. Hem lewra gotina xweş ‘elamet û nîşana başî û durustiya xwedyê xwe ye. Nexasim ku pê re sond hebe. Belê... Em vegerin sededa xwe.

Beriya herkesî xaliqê însan emrê însan, nexasim emrê kesê musulman dike bi gotina xweş! Di Qurana pîroz de mîsalên wî gelek in. Hinek ji wan ev in.

  1. “Ji însan re gotina xweş bêjin” (Beqere:83)
  2. “Peyveke qenc û lêborînek çêtire ji sedeqeke ezyet û minnet li pey tê.” (Beqere: 263)
  3. “(Dema we ji malê xwe da kesên muhtac ji eqrebeyan û yetîman û miskînan) Gotineke xweş ji wan re bêjin û wan verêkin. (Yanî ne ku hûn bi mirûzkî te’l û gotinên hişk û guruze wan bişkînin dilê wan bihêlin)” (Nîsa:8)
  4. “Ji ‘îbadên min re bibêj: Bila gotina xweş bibêjin.” (‘Îsra:53)
  5. “Ma te nedî bê Xweda çawa mîsal anî; kelîmeya qenc ku wek dara qenc e ku koka wê baş cih girtiye (naleqe) û şağ berdaye di asîman de, her dem fêkîyê xwe dide bi îzna Rebbê xwe.” (Îbrahîm:24)

Mîsalên wê ji Sunnetê gelek in. Hinek ji wan ev in:

  1. “Kelîmeya qenc sedeqe ye.” (Buxarî û Muslîm)
  2. “Gotina bi hîkmet malê musulmana yê windabûyî ye. Li kuderê bibîne ji herkesî bêtir heqqê wî ye ku lê xwedî derkeve û rahijiyê.” (Tirmîzî, Îbnî Mace)

Seyda Mela Xelîl Îs’irdî Rehma Xweda Lê Be di kîtaba xwe a bi navê “Nehc-ul Enam” de gotiye: “لطيف الكلام لمن تحتهذ”  Yanî: Divê gotina kesê musulman ji kesê bindestê wî re nerme be, bi nezaket be.

Merhûm Şehîd Seyîd Qûtûb di tefsîra ayeta 263ê ji Sûretê Beqere de wiha dibêje: “Gotina xweş birîna dil derman dike. Kêfxweşî û rûyekî bi ken û beşerke vekirî dibexşîne ji dilên birîndar re. Ji dilan û singan hissiyatê kînê paqij dike. Di bedêla hîssa întîqam û heyfê de hîssa biratiyê û sedaqetê bi cîh dike. Nexwe gotinek xweş û ‘efû kirinek wezîfeya terbiyedariya nefsê û dilxweş kirinê çêtir tîne cih ji wî sedeqeya ku ji bo vîqasî tê dayîn.”

Pêşiyên me ji Pêxemberan ‘Eleyhîmusselam şîret girtine. Guh dane fitreta xwe ya tahîr û gotinên qenc û xweş bijartine û di temamê têkiliyê xwe de bi wan bi hev re peyivîne û nesil bi nesil ji hev werisandine û hemandine. Bi vî awayî ji hev hezkirine, bi hev re di gund û bajaran de cîrantî kirine û xweş jiyan meşandine. Di tengayiya de xwe dane pişta hev. Alî hev kirine û dest dane hev, bi ser hev de çûne hatine bi roj bi şev, di şîn û şahiyan de di ber dilê hev dane, hev kêfxweş kirine, bi hev re dane sitendine, bi hev re merivantî kirine. Loma Xweda Te’ala bi zarê xwey şîrîn ferman dike: “ Ya weledên Adem! Bila Şeytan we nexe fîtnê çawa dê û bavê we ji cennetê derxist” (E’raf 27)

Wê demê divê ku em li gora emrê Rebbê xwe, li dû sunneta Resûlê xwe ‘Eleyhîsselat û Wesselam, li pey rêça rêzanên xwe û li ser şopa pêşiyên xwe bêmeşin. Bi gotinên xweş bipeyvin.

Em tev peyva şîrîn bêjin; ji bav û diya re, ji ewlad û ‘iyalan re, ji xweh û birayan re, ji hemî eqrebeyan re, ji herkesî re; bes ku ne ji rê derketî û bağî be û ne fîtnebaz û tağî be ku tesîr qe lê nabe. Her dem peyva xweş û şîrîn bêjin; di şîn û şahiyan de, di firehî û tengiyan de, di xweşî û nexweşiyan de, nexasim dema ku ‘îş û kar li hev nayên û çep digrin. Lewra gotina xweş dila nerm û singa fireh dike. Çawa ku pêşiyan gotine: “Gotina xweş keviran nerm dike.” Yanî: Gotina xweş ne dilên mehzûn û melûl bi tenê, belkî dilên wek kevir hişk û qalin jî nerm dike bi tesîra xwe ya zêde. Bes ku Xweda bivê û hezbike.

Binêrin! Yûsif ‘Eleyhîsselam dema bû ‘Ezîzê Misrê û birayên wî hatin cem wî karîbû cezayên gelek giran bide wan, belê wî çawa gotina xweş ji wan re got: “ Îro şermezar kirin ji we re tune. Xweda we ‘efû bike.” (Yûsif-92) Yanî: Îro ez ‘eyb û ‘ariyên we li rûyê we naxim. Belkî ezê ji we re du’a bikim. Xweda we ‘efû bike gunehê we biğefirîne.” Wiha renge Ye’qûb ‘Eleyhîsselam jî ji ewladên xwe re got: “Ezê ji bo we ji Rebbê xwe ‘efwê bixwazim.” li heyf û întîqama negeriyan. Dujminantî ji nav xwe rakirin. Kîn û ‘edawet hilanîn; dostanî û biratiyê careke din di nav xwe de bi cî kirin danîn, hîlê Şeytan betal kirin, Wî ji nav xwe qewirandin û deranîn.

Belê, peyva xweş selamet û xweşî ye, hogirî û ronahî ye, firehî û kêfxweşî ye, gotina xweş neyartiyê radike û dostaniyê avadike, qirêja kîn û çavnebariyê, êş û elem û nexweşiya dirûtiyê ji dilan dişo û cuda dike. Bi hezkirin û xêrxwaziyê dilan safî û zelal dike.

Peyva xweş û peyva bi hîkmet, ‘alimên Îslamê dibêjin ku zikr û du’a ne, selam û medhê bi heqqî û tiştên wek wan in ku kêfxweşî û civîn û hogira dilan tê de heye. Wiha renge hemî peyvên ku me’mela bi exlaqên xweş û tevgerîn qenc û xweşik tê de hene. (Delîlul Falihîn) Emrê bi me’rûf û nehya ji munkerê bi xweşî û nermî ji peyva qenc in (Îbnî Kesîr) Hem temamê gotinên ku li te nesîhet bikin weya te ji xerabiyan dûr bikin weya te de’wet bikin bal qenciyan ve, peyvên bi hîkmet in. (Feyd-ul Qedîr)

Pêşiyên me jî Xweda ji wan gelek razî be wan peyvên xweşî ku bi wan biratî û dostanî li çar aliyê welat belav kirine û ji hev wêrisandine gelekê wan ji Îslamê girtine. Mesela: “Esselamû ‘Eleykum”, “Xweda ji te razî be”, “Xweda şîfa xêrê bişîne”, Xweda rehma xwe lê ke”, “Xweda îmana te kamil bike”, “Qewet be”, “Xweda xêra te mezin bike”, “li ser xêrê be”, “Çavê te ronî be”, “Xweda te bistîrîne”, “Mala te ava”, “Qisûrek me hebe ‘efû bike”, “Xweda ‘umrê te dirêj ke.” û her wekî wan.

Wekî dî jî di destpêka xeberdanê xwe bi hev re de peyvên semîmiyet û hogiriyê bi cih dikirin. Mesela mezin ji biçûk re digo: “Berxê min”, “Xwarzîkê min”... Biçûk ji mezin re digot: “Xalo”, “Xaltîkê”, “Dayê”, “Keko”, ku emsal bûnan: “Birawo”, “Kekê filankes” û her wekî wan. Lê belê îro em dibînin ji bo van peyvên xweş û Îslamî ku bihna hogirî û edeb û muhebbet û me’rîfetê jê difûre û me’newiyatin. Lewra gelekê wan du’ane. Ji bo ku vana ji nav me rakin di bedêla wan de hinik peyvên vala, pûç, xav û kal anîn, dixwazin bi zarokê me bidin gotin: “derbasî be”, “sipas dikim”, “roj baş”, “dem baş”, “heval” û wekî wan.

Şîreta me li birayên me yê musulman û Kurd ev e ku qîmet nedin van peyvên tewş û zimanê xwe bi wan ji qîmet nexin. Ji bîr nekin van dolaba li serê her qewmê musulman çi ‘Ereb, çi Tirk û çi wekî din gerandine.

لا حول ولا قوة الا بالله العلي العظيم

Bangaheg

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
  • FETÖ'nün bir kumpası daha çöktü
  • Zeynel Bey Türbesi'ni taşıma işlemleri sürüyor
  • SİLAHLAR ABD'DEN UÇAKLAR İNCİRLİK'TEN
  • 'Stres çarkı dikkat dağınıklığına neden oluyor'
  • "HÜDA PAR'a güvenerek 'evet' oyu veren birçok kişi oldu"
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA