• Şırnak13 °C
  • Batman12 °C
  • Diyarbakır14 °C
  • İstanbul16 °C
  • Ankara2 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ji zimanê Xwe Melayê Cizîrî
12 Kasım 2012 Pazartesi 00:15

Ji zimanê Xwe Melayê Cizîrî

Ji zimanê XweMelayê Cizîrî

Gulê bağê îremê bohtan im

Şebçirağê şebê Kurdistan im

Çi tebî’etbeşer û însan im

Lîllahîl hemd çi alîşan im

Di rîya yar li rêza san im

Lew di iqlîmê suxen xaqan im

 

Melayê Cizîrî… Bi zimanê xwe, gulê bağê îremê bohtan… Çiraya ku şevê Kurdistan rohnî dike… Seyda û şa’irê bi nav û deng… Xaqan û siltanê xweş gotinan…

Melayê Cizîrî ku di navbera 1570 – 1640î de jiyaye ji teref pir kesan ve hatiye medihkirin. Kesên wek Şêx Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî pesnê wî dane û qîmeta Mela bi me didine zanîn. Seydayê Bedîuzzeman jî di civateke ku Xulusî Yahyagîl tê de buye gotiye: “Mewlana Celaleddînê Romî, Mela Ahmedê Cizîrî û Mewlana Camî di meqamekê de ne. Di me’newîyatê de meqama wan yek e.” (Necmeddin Şahiner; Son Şahitler Bediüzzaman Said Nursî'yi Anlatıyor)

 Heger em vê gotina Seydayê Bedîuzzeman bibîr bînin emê qedr û qimeta Melayê xwe çêtir fêm bikin: “Heger Hezretî Mewlana di dema min de bihata ewê Rîsaleyên Nûr binivîsa. Heger ez di dema Hezretî Mewlana de bihatima, minê Mesnewî binivîsanda. Wê demê xizmet di usulê Mesnewî de bu. Vêgavê di usulê Rîsaleyên Nûr de ye.” (Son Şahitler, ji Ahmet Gümüş)

            Ev gotina Seydayê Bedîuzzeman dide zanîn ku Mewlana Celaleddînê Romî muceddidek ji muceddidan e, û di heyama xwe de pêşkeşiya însana kiriye. Ji qiyasa Melayê Cizîrî bi Mewlana re em fêm dikin ku Melayê Cizîrî jî di heyama xwe de pêşkeşek ji pêşkeşê însana ye. Îro Mewlana ji teref cîhanê ve tê naskirin. Gotinên wî yên di derheqê evînê de prensîp têne zanîn. Banga wî ji teref herkesî ve xweş tê dîtin. Li dor Mesnewiya Mewlana însan kom dibin û heqîqetê hîn dibin.

Seydayê ‘esrê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, dibê Melayê Cizîrî, Mewlana Celaleddînê Romî û Mewlana Camî di meqamekê de ne. Naxwe ka em li van merivên din ewwil binêrin:

Mewlana Celaleddînê Romî li “Belh”a Efğanistanê, di sala 1207an de hatiye dunyayê, di 1273îyan de çûye rehma Xweda. Ji ber kesên heyama wî zêde hurmet danê jê re gotine “Mewlana” yanî “Seyyidê me”. Bi Mesnewîya xwe meşhur e. Îro li ser navê wî terîqek heye ku ji wan re “Mewlewî” tê gotin.

Mewlana Camî, di sala 1414an de, li bajarê “Cam”ê ya Îranê hatiye dinyayê, di 1492an de li “Herat”ê wefat kiriye. Navê wî Ebdurrehman kurê Nîzamuddîn Ahmed e. Bi navê “Molla Camî” tê naskirin. Li Herat û Semerqendê xwendiye. Di edebiyata Farisan de cihekî girîng sitendiye. 99 eser telîf kirin. Kitêba wî ya meşhur “Baharîstan” e. Di zimanê ‘Erebî û Farisî de deng daye. Di demên ciwaniya xwe de dil dide pîrekekê. Dike nake xwe ji vê evînê nikare xelaske. Şevekê di xewna xwe de Se’deddînê Qeşgerî dibîne, jê re dibêje:

“Ebdurrehman! Dilê xwe bide xweşikeke wisa ku, xweşikiya wî ebedî, evîna te jî daîmî be. Bila dawiya wê ne poşmanî û mehrumiyet be.” Piştî vê xewnê diçe Meşhedê dibe şagirdê Se’deddînê Qeşgerî. Êdî bi dersên Seydayê wî dil û çavê wî vedibe, eşqa mecazî jibîr dike û digihê eşqa heqîqî. Li gor tê gotin, van gotinan pir caran tekrar dikir: “Yek bi hemu ‘ilman zanibe jî dîsa temînata wî tune. Lewra tiştê ku însan xelas dike ne ‘ilm e, ‘emel e, îxlas e, tewazu’ e. ‘Alimê ku ‘emel û îxlasa wî tune be, ‘ilmê wî fêde nade, nabe wesîla xelasiyê.”

Hem Mewlana Celaleddînê Romî hem jî Mewlana Camî baş têne naskirin. Belê bi teessuf em dibînin ku Melayê Cizîrî wek van “Mewlana”yan nehatiye naskirin. Her çiqas îfade û gotinên wî wek durr û gewhera bin jî û di paytextê gotina evînê de siltanî ji kesî re nehiştibe jî, nehatiye zanîn. Bi tenê di nav ehlê medresên Kurdistan de meşhur e. Ev jî ji ber ku heta niha rewaca zimanê Kurdî zêde tunebu wiha ye. Belê em hêvîdarin ku ewê ciwan û xebatkarên doza heq êdî Melayê Cizîrî çêtir nas bikin û fêm bikin.

Naxwe kerem kin em “Mewlana”yê gelê xwe ji zimanê wî nas bikin:

 

  1. Şêx Ahmedê Cizîrî Evîndarê Nûra Xweda ye

 

Husna munezzeh bê mîsal

Ser de lîbasê xett û xal

Sergeşte heyran ma û lal

Ahmed ku dî nûra Semed

 

Allah ji nûra Sermedî

Yek qetreyek da Ahmedî

Şîrînî û remzek we dî

Medhuşî ma hetta ebed

 

Ahmed, navê Melayê Cizîrî ye. Di van misrayan de Mela evîna xwe xweş diyar dike, dibê: “Dema min (Ahmed) ew husn û xweşikiya Xweda ya bêkêmasî di tecellîyatên kaînatê de dît, ez sergeşte bum, serê min gêj bu, ez heyranî wê xweşikiyê bum û bume lal. Lewra min ew nûra Xwedayê Semed dî ku her tişt muhtacî Wî ye, lê ew ne muhtacê tu kes û tu tiştî ye. Allah ji wê nûra Sermedî (ebedî), qetreyek (dilopek) da min ji lew ez bi dîtina wê nûrê sersem bum û heş ji serê min çû.” Di van gotinan de evîna Mela xweş diyar e ku evîndarê nûra Allah e.

 

 

  1.  Melayê Cizîrî ‘Arifê Weqtê Xwe ye

 

“Kerixîn em di qiyamê

Me ji dil perde dirand

‘Arifê weqt im û Me’rufî bila bête ji Kerx”

Me’rufê Kerxî di sala 815an de wefat kiriye. Ji “Kerx”a Beğdayê ye. Qebra wî li Beğdayê ye. Ji mezinên sofîya ye. Bi wasîta Îmam Alî Riza bûye musulman û ketiye xizmeta wî. Ji ber vê ji ehlê beytê hatiye zanîn. Îmam ‘Elî Riza ji bona wî gotiye: “Me’ruf, bi exlaq û muhebbeta xwe ji ehlê beytê ye. Ne ji aliyê neseba xwe. Muheqqeq çewa Selmanê Farisî ketiye nav ceddên me û bûye ji ehlê beytê, ew jî daxilî me bûye.” Me’ruf gihîştibu meqama îçtîhadê. Digel Ahmed b. Hanbel, Bişrê Xafî, Mensur b. Ammar ji çar weliyên meşhûr e.

Ji Me’rufê Kerxî pirs kirine: “Muhebbet çi ye?” cewaben gotiye: “Muhebbet bi hînbûn û hînkirinê nayê bi dest xistin. Encex bi îhsana Xweda tê bidestxistin.”

Seydayê Cizîrî di van misrayên xwe de dide zanîn ku ew jî her wek Me’rufê Kerxî zana û ‘arifê wextê xwe ye.

 

  1. Di Şi’rê de Pîr e

 

“Ger lu’lu yê mensûr ji nezmê dixwazî

Wer şi’rê melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet.”

Di vir de di şi’rê de hunera xwe dide zanin û dibê hacet di şi’rê de ji Hafizê Şîrazî yê Îranî re nemaye.

 

*

“Pîrê şe’ar e di şi’rê we Melê şalîfiroş

Tu nîşan min mede Ferxî ku li nik min buye ferx”

Yanî; “Di şi’rê de Mela pîrê şa’ira ye û vî qumaşê (şal) xweyî bêbiha difroşe daim. Ji lew şa’irê Îranî Ferxî nîşanî min mede, lewra li cem min ew buye wek çêlîkê çûka.”

 

*

“Di ‘işqê Şeyxê Sanî me, bi dil behrê me’anî me

Lî zî hicrin we zî qelbîn şîfaun fî îşaratî”

 

Mela dibê: di eşqê de ez “Şêxê Sanî” me. Bi dilên xwe behra me’neyên heqîqetê me. Ji bona kesên aqlê selîm û dil hişyar, di îşaratên min de şîfa heye.

 

*

“Di iqlîmê suxen mîr im, di şi’rê de cehangîr im

We ye’lu mewkibel ‘uşşaqî e’lamî we rayatî”

Yanî; “Ez mîr û padîşehê iqlîmê gotinê me, cehangîrê şi’rê me. Beyreq û alayên min hene li pêşiya kerwanê evîndaran.”

            Heqîqeten! Ne kesên wek me, lê dema ehlê ‘ilmê li şi’rên Melayê me dinêre, eşkere dibîne ku Melayê Cizîrî pîrê şa’ira ye, mîr e û cîhangîr e… Û li hêviya fêmkirinê ye.

 

 

Şêxê cîhanê Mewlana Şêx Xalidê Kurdî yê Şehrezorî (Q. Sîrruh) li ser helbestên xwe di dîwana xwe de wiha dibêje:

“Der soxenperweriyem ‘eyb cuz în nîst kî nîst

Cam der Cam û Buxara û Semerqend û Qamar”

Yanî di helbestvaniya xwe de qusura min tuneye, ji ğeyrî ku ez li “Cam, Buxara, Semerqend û Qamar”ê nihatime. Ji van gotinan jî em fêm dikin ku; gelê Kurd, bi ziman û rengê xwe pir eserên hêja, her wek dîwana Melayê Cizîrî, derxistine; belê ji ber ku rewaca zimanê Kurdî di sûka cîhanê de tuneye baş nehatine naskirin û însaniyetê bi layiqî ji wan îstîfade nekiriye.

Bi hêviya fêmkirina me’rîfet û muhebbeta ku seydayê Cizîrî daniye ber me, spartî Xwedayê Subhan bin.

 Necat Özdemir

www.bangaheq.net

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA