• Şırnak30 °C
  • Batman35 °C
  • Diyarbakır34 °C
  • İstanbul26 °C
  • Ankara23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Kurd Çekan Ji Bo Artêşa Îraqê Natirsin
27 Kasım 2012 Salı 23:47

'Kurd Çekan Ji Bo Artêşa Îraqê Natirsin'

Barzanî: Encam çi dibe bila bibe divêt hêza Operasyonên Dicle bêt hilweşandin

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ko kurd ji morkirina girêbestên çekan ji bo artêşa Îraqê natirsin lê belê ji mejiyê ko li pişt wan çekan e ditirsin. Barzanî di heqê hêza Operasyonên Dîcle de jî got: – Mesele ne pirseke şexsî ye heta ez tenê pê rabim, ev pirseke bi miletekî ve girêdayî ye û nikarim çavê xwe jê re bigirim. Encam çi dibe bila bibe em ji ya xwe nayên xwar û divê ew hêz bêt hilweşandin.

Li gor rojnameya Şerq El Ewsetê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di rûniştineke ligel çapemeniyê, hinek rewşenbîr û nivîskar de li ser pêşketinên dawî rawestiya. Barzanî di vê rûniştinê de got:

Ez ne li dijî bihêzkirin û pêşketina şiyanên artêşê me, lê ez li dijî wê me ko artêşa kesekî yan aliyekî hebe û ne li gor destûra Îraqê be. Kurd ji morkirina girêbestên çekan ji bo artêşa Îraqê natirsin lê ji mejiyê ko li pişt wan çekan e ditirsin.

Barzanî bal kişand ser bûyerên sala 2009-ê û wiha axivî:

Nîşanên neyînî yên Malikî li dijî gelê kurd û serokatiya wê di sala 2009-an de dema bûyerên Celewla û Xaniqîn çêbûn û leşkerên artêşê şandin wir diyar bû, lê hêzên pêşmerge hişyar bûn daku nekevin beramberî artêşê û xwîna yek Îraqî nerije, her ji wê demê ve pirsgirêkan destpê kir, komî ser hev bûn heta ko bi ragihandina hêza Operasyonên Dîcle teqiya.

Serokê Kurdistanê behsa destpêka avakirina artêşa Îraqê kir û got:

 Piştî hilweşîna rejîma berê, serokên kurdan lez dan avakirina artêşê ko di demeke wiha de bû ne şîe û ne sûneyan diwêrîn li ser pirseke wiha rawestin. Lê me guman dikir ko pêdiviya Îraqê bi artêşeke xurt heye ji bo xwe biparêze û bi taybet piştî diyarbûna gefxwarinên terorê li dijî avakirina Îraqa nû a demokratîk, lê mixabin bûyerên qewimîn bû sedem ev krîz bi artêşê re çêbibe di demekê de ko tê xwestin artêş a hemû Îraqiyan be û parastina hemû erdên wê bike.

Serok Barzanî di axaftina xwe de behsa vekişîna hêzên Emerîkayê jî kir û wiha pêde çû:

Di dema vekişîna hêzên Emerîkayê de ji Îraqê, tirsa hinek serokên kurdan hebû li ser rewşa kurdan, bi taybetî li ser deverên veqetiyayî, lê min tim ji gelê kurd re tekez kir ko kurd dê li ser axa xwe bimînin, û ev artêş an artêşa din dê bê û biçe û gelê kurd bedel çi dibe bila bibe dê li ser axa xwe bimînin û pêve girêdayî bin.

Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da:

Baweriya min bi hebûna artêşê li yek welatî nîne, ji ber ko bi birûskekê ji rêveberiya xwe dê tiştên xwe kom bike û biçe û yê bimîne gel e. Me ji birêz Malikî hêvî dikir ko parêzvanê gelê kurd be di warê siyasî û navnetewî de li ser bingeha ko têkiliyên kevin me bi hev ve girêdide, lê mixabin ev hemû pirsgirêkên derketin di dema desthilatdariya wî de bûn ko bû sedema vê krîza mezin.

Serokê Kurdistanê tekez li ser girêbestên petrolê jî kir ko hemû girêbestên hatine morkirin li gor destûrê ne. Barzanî derbarê standina baweriyê ji Malikî jî got:

Pêşniyariya vekişandina baweriyê ji Malikî ne ya min bû, hemû aliyên tevlî civînên me bûn di wê qonaxê de ev yek weke çareserî dîtin û ez jî li dijî wê derneketim.

Serok Barzanî di heqê hêza Operasyonên Dîcle de jî got:

 Avakirina vê hêzê nedestûrî bû û hemû yasazan vê yekê tekez dikin. Malikî texmîn dikir, nakokiyên di mijara vekişandina baweriyê de dê derfeta vir de û wê de jê re çêke û Operasyona Dîcle ragehand. Digel ko Malikî soz dabû mam Celal Telabanî ko Operasyonên Dîcle rawestîne lê berdewam kir, me jî ev yek red kir û pirs ne pirseke şexsî ye heta ez tenê pê rabim, ev pirseke bi miletekî ve girêdayî ye û nikarim çavê xwe jê re bigirim. Encam çi dibe bila bibe em ji mijara vê hêzê nayên xwar û divê bê hilweşandin. (Nefel)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
  • Mardin'de bir ayda 988 konut satıldı
  • Cuma Günü Okunması Tavsiye Edilen Dualar
  • BAYRAM ZEHİR OLMASIN!
  • FETÖ'nün bir kumpası daha çöktü
  • Zeynel Bey Türbesi'ni taşıma işlemleri sürüyor
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA