• Şırnak6 °C
  • Batman9 °C
  • Diyarbakır11 °C
  • İstanbul17 °C
  • Ankara5 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Xeyala Melîhê biçûk pêk hat
01 Kasım 2016 Salı 11:06

Xeyala Melîhê biçûk pêk hat

Xeyala Melîhê biçûka ê nexweşê Lamellar Îktîyozîsê (di nav gel de nexweşiya 'balik'ê tê navandin) yê ku di demeke kurt de bi alîkariya xêrxwazan dest bi tedawiya wî hat kirin pêk hat. Melîh hesta lîstina cara yekem a li parqê jiya.

Melîh Gokalpê 8 saliyê nexweşê Lamellar Îktîyozîsê yê ku li navçeya Qosera Mêrdînê di Taxa Îpekê de dijî li ser xebera ku ÎLKHAyê rewşa wî ya xedar weşand bi alîkariya xêrxwazan dest bi tedawiya wî hat kirin. Hat ragihandin ku Melîh roj bi roj baş dibe.

Piştî ku ÎLKHAyê rewşa Melîhê bi navê ‘Rewşa Melîhê biçûk hinava mirov dişewitîne’ hat weşandin gelek kes li wan geriya bû û soza alîkariyê dabû wî. Dema ku bi alîkariyên hat kirin dest bi tedawiya wî kirin rewşa Melîhî roj bi roj çêtor bû.

Melîhê ku rewşa wî di demeke kurt de baş bû cara yekem derket derve û bi birayên xwe re di parqê de lehîst.

Ev cara yekem e ku min li parqê hesta lîstinê jiyam

Melîhê biçûk diyar kir ku her wext xeyala derve dikir da ku di parqê de bilîze. Dûvre Melîh bi birayên xwe re di parqê de bi hesta zaroktiyê cara yekem lehîst. Melîh ragihand ku êdî tu kes jê natirse. Ji ber vê yekê ew xwe pir bextewar dibîne. Melîh wiha axivî: “Ez êdî dikarim derkevim derve. Lewra ez hineke baş bûme. Ev cara yekem e ku min li parqê hesta lîstinê jiyam. Ji ber vê yekê ez pir bextewar im.”

 “Bila şandina dermanê bidomînin

Belîh diyar kir neriya ku merhem bikar nedianî her derê vicûda wî şeq bûbû û xwîn dibû. Lê niha rewşa wî baş e. Dûvre Melîh wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya destpêkirina tedawiyê binê piyên min şeq dibû û min nedikariya bimeşîma. Niha ez dikarim bimeşim. Ez ji herkesên ku ji min re derman û eşya şandine re teşekur dikim. Bila şandina dermanê bidomînin.” (ÎLKHA)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
  • Mardin'de bir ayda 988 konut satıldı
  • Cuma Günü Okunması Tavsiye Edilen Dualar
  • BAYRAM ZEHİR OLMASIN!
  • FETÖ'nün bir kumpası daha çöktü
  • Zeynel Bey Türbesi'ni taşıma işlemleri sürüyor
ÜYE İŞLEMLERİ
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Cizre Medya Medyadaki Gözünüz! | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : 0000 000 00 00 | Yazılım: CM Bilişim - Tasarım: INVIVA